Babeşêxê nû yê kurdên êzdî hat diyar kirin

Wekîlê Mîrê êzdiyan aşkera kir, Mîrê êzdiyan li gel Civata Ruhaniyan û Rûspîyon êzdî babeşêxê nû diyar kirin.İro 14.11.2020ê wekîlê Mîrê kurdên êzdî Cewher Elî Beg ji BasNewsê re ragehand, ku îro li Duhokê Mîrê êzdiyan li gel Civata Ruhanî…

14 Mijdar 2020

Wekîlê Mîrê êzdiyan aşkera kir, Mîrê êzdiyan li gel Civata Ruhaniyan û Rûspîyon êzdî babeşêxê nû diyar kirin.

İro 14.11.2020ê wekîlê Mîrê kurdên êzdî Cewher Elî Beg ji BasNewsê re ragehand, ku îro li Duhokê Mîrê êzdiyan li gel Civata Ruhanî û Rûspiyên êzdî piştî guftûgo kirinê Şêx Elî Baba Şêx wek Babeşêxê êzdiyan hate diyar kirin.

Danîna Babeşêxê êzdiyan piştî koça dawî ya Xirto Hacî Îsmaîl ku Babeşêxê êzdiyan bû û roja 01.10.2020ê di temenê xwe yê 87 saliyê de li Hewlêrê koça dawî kir.