Çînê pîrozbahî li Joe Biden kir

Hikûmeta Çînê bi fermî bi boneya serkeftina Joe Biden di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de, pîrozbahî li wî kir.Wezareta Derve ya Çînê dibêje, em rêz li îradeya xelk û dengderên Amerîkayê digirin.Berbijêrê Demorkatan di hilbijartina serokatiya Amerîkayê de, Joe Biden bi…

13 Mijdar 2020

Hikûmeta Çînê bi fermî bi boneya serkeftina Joe Biden di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de, pîrozbahî li wî kir.

Wezareta Derve ya Çînê dibêje, em rêz li îradeya xelk û dengderên Amerîkayê digirin.

Berbijêrê Demorkatan di hilbijartina serokatiya Amerîkayê de, Joe Biden bi misogerkirina 290 kursiyên encûmena hilbijartinê yên wîlayetan li hember Donald Trump, serokê niha yê Amerîkayê û berbijarê Komariyan serkeftin bidestxistiye.

Piraniya welatên cîhanê bi helkefta serkeftina wî, pîrozbahî li Joe Biden kirine, lê belê heta niha Çînê û Rûsyayê pîrozbahî nekiribûn.

Rûsyayê ragihandiye, heta encamên fermî neyên ragihandin, ew peyama pîrozbahiyê naşînin.