Serokwezîrê Behrênê koça dawî kir

49 salan serokwezirê Behrênê bûDîwana Qraliyetê ya Behrênê koça dawiyê ya Serokwezîrê Behrênê Mîr Xelîfe Bin Selman Al Xelîfe ragihand.Ajansa Nûçeyan a Behrênê ragihand, Mîr Xelîfe Bin Selman vê sibehê di temenê 85 saliyê de li Nexweşxaneya Mayo Clinic a…

11 Mijdar 2020

49 salan serokwezirê Behrênê bû

Dîwana Qraliyetê ya Behrênê koça dawiyê ya Serokwezîrê Behrênê Mîr Xelîfe Bin Selman Al Xelîfe ragihand.

Ajansa Nûçeyan a Behrênê ragihand, Mîr Xelîfe Bin Selman vê sibehê di temenê 85 saliyê de li Nexweşxaneya Mayo Clinic a Amerîkayê koça dawiyê kir.

Xelîfe Bin Selman yekem serokwezîr e li cîhanê ku demeke dirêj li ser desthilatê ye. Ji sala 1971’an û vir ve (49 sal in) serokwezîr e.

Serokwezîrê Behrênê di sala 1935 ‘an de ji dayik bû.