Li Îranê di rojekê de 422 kes bi Koronayê mirin

Li Îranê 422 kesên din bi Koronayê mirin û nêzîkî 9 hezar kesên din jî pê ketin.Wezareta tenduristiya Îranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 8 hezar û 932 kes bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîşt 637 hezar…

3 Mijdar 2020

Li Îranê 422 kesên din bi Koronayê mirin û nêzîkî 9 hezar kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Îranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 8 hezar û 932 kes bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîşt 637 hezar û 712 kesan.

Wezaretê her wiha da zanîn, ji duhî de 422 kes jî bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîşt 36 hezar û 160 kesan.

Li Îranê hejmara nexweşên Koronayê yên ku baş bûne jî gihîştiye 495 hezar û 473 kesan.