“Em qesasên qetlîama Sêwasê rûreş dikin, yên jîyana xwe ji dest dane bibîr tînin”

PAKê bi daxûyanîyeke Qetlîama Sêwasê şermazar kir qurbanîyen vê qetlîamê bi giramî bibîr anî

2 Tîrmeh 2017

PAKê bi daxûyanîyeke Qetlîama Sêwasê şermazar kir qurbanîyen vê qetlîamê bi giramî bibîr anî.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê weha ye;

“Di Temmûza 1993yan de li Sêwasê Şahîya  Pîr Sultan Abdal hate li dar xistin. Gelek rewşenbîr  û hunermend jî beşdarî vê  şahîyê bibûn.

Di roja 2yê Temmûza 1993yan  de qalabalixîyeke mezin  êrîşeke ne mirovane  birin ser Hotêla Madimakê ya ku beşdarên şahîyê lê diman û Hotêl şewitandin. Di encamê de 33  Reweşenbîr û hunermed  û 2 xebatkarên  Hotêlê  hatin şewitandin, ji ber dûxanê fetisîn.

Êrîşkeran bi sloganên weke ‘’Sêwas ji bo laîkan dê  bibe mezel’’, li ber çavên polîs û hêzên ewlekarîyê yên dewletê  êrîş biribûn ser Hotêlê.

Ev êrîş binpê kirina mafê jiyanê bû, li dijî mafê ramanî û bawerîyên cuda bû.

Lê mixabin qesas û piştgirên vê qetlîamê heta îro jî nehatine  aşkere kirin.

Em qesas û  êrişkerên vê qetlîamê û yên li pişta wan bûn, yên wan diparastin bi tûndî rûreş dikin.

Em qurbanîyen vê qetlîamê bi giramî bibîr tînin.”