Li Êlihê di avahiyek xopan de cenazeyek hat dîtin

Li taxa Bahçelîevlerê ya Êlihê di avahiyek xopan de cenazeyê aydê zilamekî hat dîtin.

9 Îlon 2020

 

Li taxa Bahçelîevlerê ya Êlihê di avahiyek xopan de cenazeyê aydê zilamekî hat dîtin.

Welatiyên derdorê agahî dan xebatkarên tenduristiyê û polîsan û hatin cihê bûyerê. Di encama lêkolîna polîs û tenduristvanan de eşkere bû ku cenaze aydê Veysel T. ê 61 salî ye. Pişt re cenazeyê welatî ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê.