Li Mersînê wesayîta leşkera wergerîya

Li gor agahîyan 6 leşker mirine, 10 jî birindar in.

27 Tîrmeh 2020

Li bajarê Tirkîyê Mersînê, li navçeya Mutê wesayîta ku leşker dibirin girava Kibrisê wergerîya. Li gor agahîyan 6 leşker mirine, 10 jî birindar in.

Li gor ahagîyan  wesayît di rêya navbera Mut û Karamanê de wergerîyaye. Piştî bûyerê gelek ambulans û agirkuj gihiştine hawarê.