Li Urmîyê kolberekî ciwan hat kuştin

Kolberekî din li sînorê bajarê Mako ya ser bi parêzgeha Urmîyê, bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehîya Îranê ve hat kuştin.

25 Hezîran 2020

Navenda Nûçeyan – Li gor nûçeya Komeleya Mafê Mirovan Hengaw, şeva borî 24.06.2020ê hêzên çekdar ên Îranê li bilindayîyên gundê Sigrîk a ser bi bajarê Makoyê gule li karwanekî kolberan berdaye û di encamê de kolberekî ciwan jîyana xwe ji dest daye.

Kolberê ciwan ê bi navê Qasim Serbaz ê kurê Tacedîn di encama gule berdana hêzên Îranê ve hat kuştin û bavê du zarokan bû.