Li Sêwazê qeza: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn

Li navçeya Sûşehrî ya Sêwaza Bakurê Kurdistanê otomobîlek ji rê derket û li barîyeran ket û di encamê de kesek mir û 2 kesên din jî birîndar bûn.

24 Hezîran 2020

Navenda Nûçeyan – Otomobîla Mursel Yeşilyurt (75) diajot, di navbera navçeya Sûşehrî û Sêwazê de li nêzîkî gundê Sariceyê qeza kir.

Di qezayê de hevjîna şofêr Sarîye Yeşilyurt li cihê bûyerê canê xwe ji dest da. Herwiha şofer û kesek hêj navê wî nehatîye zanîn birîndar birîndar bûn.

Herdu birîndar destpêkê bo dermankirinê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sûşehrî hatin şandin, piştre jî bo Sêwazê hatin şandin.