Gundekê Colemêrgê kirin karantînayê

Li Colemêrgê, di çarçoveya bergiyên li dijî vîrûsa koronayê gundê Dîzê heya 14 rojan kirin karantînayê.

16 Hezîran 2020

 

Navenda Nûçeyan – Li Colemêrgê, di çarçoveya bergiyên li dijî vîrûsa koronayê gundê Dîzê heya 14 rojan kirin karantînayê.

Saziya Hifzissihha ya Colemêrgê, ragihand ku di çarçoveya bergiriyên li dijî vîrûsa korona (Kovîd-19) de gundê Dîzê yê dikeve ser rêya navçeya Çelê û Colemêrgê heya 14 rojan kirine karantînayê.