Silêmanî- 35 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine

Wezareta Tendrustîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyanîyekê de aşkere kir di heyama 24 saetên dawî de li parêzgeha Silêmanîyê 35 kesên din bi vîrusa COVID-19 Koronayê ketine.

3 Hezîran 2020

Navenda Nûçeyan – Roja sêşemê 02.06.2020an di daxuyanîyekê de Wezareta Tendirusityê ragihand 35 nexweşên din ê vîrusa Koronayê hatine destnîşankirin. Herwiha 21 nexweş jê mêr û 10 kes jê jinn û 4 kes jê jî zarok in.

Rêjeya nexweşan li Silêmanî û navçeyên wê jî wiha ye:

Silêmanî: 29 kes

Pîremegrûn: 1 kes

Erbet: 1 kes

Çemçemal: 1 kes

Kelar: 1 kes

Pêncwên: 1 kes

Enbar: 1 kes