Artêşa Tirk, zêdetir hêz û alavên serbazî şandin ser sînorê Sûrîyê

Artêşa Tirkîyê, karwaneke din ya serbazî şand bajarê Hatayê, ser sînorê Sûrîyê. Karwana serbazî ku ji gelek zirîpoş û hêzên komandoyê pêkdihat gihişt navçeyên ser sînorê.

1 Hezîran 2020

Navenda Nûçeyan – Li gor agahîyan hêzên hatine şandin, dê derbasî Îdlibê bibin.

Berîya du rojan li Îdlibê, di encamê teqînekê de serbazekî Artêşa Tirk hatibû kuştin. Çekdarên dijbereya Sûrîyê, ji gerên çavdêrîyên hevbeş yên Tirkîye û Rûsyayê ne razî ne.