Li Amedê zarokekî 12 salî xeniqî

Li navçeya Çinar a ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ve zarokek 12 salî di nava çem de xeniqî.

22 Gulan 2020

Navenda Nûçeyan – Bûyer îro li gundê Dekmîşur a ser bi qeza Çinarê ve çêbûye û di encamê de zarokê 12 salî yê bi navê Burhan Atlî xeniqî ye û canê xwe ji dest daye.

Li gor agahîyan, tevî ku hejmarek gundîyan û tîma hawarçûnê hewla rizgarkirina wî zarokî dane, lê belê hewldanên wan bê encam bûne û Burhan Atlî yê 12 salî canê xwe ji dest da.

Cenazeyê wî zarokê 12 salî ji bo karûbarên otopsîyê rakirine nexweşxaneyê.