Li Pulura Dêrsimê erdhej

Îro li navçeya Pulur a Dêrsimê li Bakurê Kurdistanê erdhejek bi hêza 4.3 pileya Rîxterê çêbû. Hêj ti agahî derbarê zirarên erdhejê de nehatine ragihandin.

22 Gulan 2020

Navenda Nûçeyan – Li gor daxuyanîya sazîya karesat û rewşên bilez a Tirkîyê (AFAD), erdheja îro ya li Pulurê di demjimêr 06:21an de çêbûye û hêza wê jî 4.3 pileya Rîxter bûye.

AFADê herwiha ragihandîye, erdhejê di kûrahîya 12 kîlometrî ya li bin erdê de çêbûye.

Hêj derbarê zirarên erdhejê de ti zanyarî nehatine ragihandin