Kirêya xwendina taybet li Kurdistanê %10 hate kêmkirin

Li Herêma Kurdistanê kirêya xwendinê ya îsal bi rêjeya %10 bo tevahîya qutabxane û peymangehên taybet hate kêmkirin.

13 Gulan 2020

Navenda Nûçeyan – Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku pereyê xwarin û veguhestinê bo mehên Adar, Nîsan û Gulanlê nayê wergirtin û ew biryar ji di berjewendiay welatîyan de ye. 

Wezareta Perwerdê dibêje ku ew biryar, wan qutabîyan nagire ku xwedîkerên wan pileyên bilind ên taybet hene di kerta hikûmî, medenî û serbazî de çi dayîk be yan bav be.

Li gorî daxuyanîya Wezareta Perwerdeyê daşikandin heta 28ê Gulanê 2020aan kar pê tê kirin.

Herwiha dibêje tevahîya qutabxane û peymangehan divê pabendî naveroka girêbesta xwe li gel mamostayan bin û mûçeya wan xerc bikin û eger wisa nekin sala bê nikarin xwendevanan werbigrin.