Li Nîjeryayê di êrîşên çekdarî de 15 kes mirin

Li eyaletên Plateau û Niger ên Nîjeryayê êrîşên çekdarî pêkhatin û 15 kesan jîyana xwe ji dest dan.

16 Nîsan 2020

Navenda Nûçeyan – Berdevkê polîsê eyaleta Plateau Simon Ubah Ogaba ragehand, li herêma Huru ya eyaleta wan ji alîyê kesên nasnameya wan ne dîyar ve êrîşa çekdarî pêkhatîye û 9 kesan jîyana xwe ji dest dane.

Ogab ragehand, di êrîşê de gleek kes jî birîndar bûne û 22 mal jî şewitîne û bûne xwelî.

Herwaha hat ragehandin li gundên Shiroro û Madaka yên ser bi eyaleta Nigerê jî kesên bi motosîkletê siwar çûne wan gundan êrîşa çekdarî pêkanîne û di wê êrîşê de 6 kesan jîyana xwe ji dest dane, 5 kes jî birîndar bûne.

Hat ragehandin ji ber êrîşê 600 kesan jî ji tirsa malên xwe terikandine.