Derhênerên Kurd fîlmên xwe li ser platformên dijital belav dikin

Derhênerên kurd dixwazin bi fîlmên xwe piştgirîyê bidin kesên ku ji ber vîrûsa Covîd-19ê nikarin derkevin derve.

24 Adar 2020

Navenda Nûçeyan –  Hin derhênerên kurd, ji ber karesata ku vîrusa Covîd-19yê bi xwe re anîye, ji bo piştgirîya kesên ji malên xwe dernakevin, fîlmên xwe li ser platformên dijital yên weke Youtube û Vimeo de belaş û bêşîfre belav dikin.

Herweha pêştir ji bo ku tu bikaribe wan fîlmên ku derhêneran belav kirine temaşe bike, kodekî taybet pêwîstbû lê derhêneran niha fîlmên xwe bê kod belav kirine.  

Navê derhêner, fîlm û lînkên wan ev in:

Selîm Yildiz, Bîra Mi Têtin

Aram Dildar, Hazirîyek Bo Derengmayînê

Ömer Faruk Özmen, Nikila Qijikê ê Xepirî

Ruken Tekeş, Hevêrk

Sînan Yildiz, “sipano”

Kadîr Eman “Navber”,

Kadîr Eman “Baskên Şikestî”

Bianet