Îro partîyeke nû li Tirkîyê tê ragihandin

Îro Çarşembê Ali Babacan li Enqerê partîya xwe ya bi navê Partîya Demokrasî û Pêşdeçûnê (DEVA) bi ‎fermî radighîne.‎

11 Adar 2020

Navenda Nûçeyan – Piştî bidawîbûna amadekarîyan, biryar e îro Çarçemê 11ê Adarê demjimêr 13:00ê merasîma ragihandina Partîya ‎Demokrasî û Pêşdeçûnê (DEVA) ya bi serokatîya Ali Babacan li Hotêla Bilkent a Enqerê were sazkirin û ‎programa partîyê bê ragihandin.‎

Duh Sêşemê di dengdanekê de Desteya Damezrêner a DEVAyê ku 90 kes in, bi tevahîya dengan Ali ‎Babacan wek serokê giştî yê partîyê hilbijartin. Li gor bernameya partîyê, Babacan û endamên Desteya ‎Damezrêner demjimêr 12:00 serdana ser gora damezrênerê Komara Tirkîyê Mustafa Kemal Ataturk ‎dikin.‎

Li gor daxuyanîya DEVAyê, serokomarê berê yê Tirkîyê Abdullah Gul ligel Babacan peywendî danîye û ‎pîrozbahî lê kirîye. Berî niha Babacan di programeke televizyonî de gotibû, ti postekî Gul di nav partîya ‎wî de nîne û nabe jî, lê ji dûr ve bi ezmûna xwe piştgirîya wan dike û ew jî pê dişêwirin.‎