Rusya: Lûtkeya çaralî ya bo Idlibê ne di rojeva me de ye

Rûsyayê derîyên xwe ji civîna çaralî ya derbarê Sûrîyê de ligel Tirkîye, Fransa û Almanyayê re girtin.

26 Sibat 2020

Navenda Nûçeyan – Rûsyayê ragihand ku lûtkeya çar alî ya derbarê Sûrîyê de ligel Fransa, Almanya û Tirkîyê ne di ‎rojeva wan de ye. Kremlînê da zanîn ku li şûna wê kar li ser lûtkeya ligel Îran û Tirkîyê dikin.‎

Berdevkê Kremlinê Dimitri Peskov ragihand ku Rûsya niha kar li ser lûtkeya çaralî ya derbarê ‎Sûrîyê de ligel Fransa, Almanya û Tirkîyê nake.‎

Dmitri Peskov da zanîn ku hevdîtin bo tevlîkririna Fransa û Almanya  nehatine kirin, lê ‎Rûsya tenê li ser hevdîtina ligel Îran û Tirkîyê ya derbarê Idlibê de difikire.

Berdevkê Kremline ‎herwiha got, ti hevdîtin bo civîneke navbera Serokê Rûsyayê Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan jî nehatine kirin.‎

Serokomarê Tirkîyê Erdogan, îro berî serdana xwe y abo Azerbeycanê li ‎Frokexaneya Esenboga ya Enqerê gotibû: “Lihevkirina tam di navbera birêz Macron, Merkel û ‎Putin de nîne.”