Konsolê Koreya başûr li herêma Kurdistanê stranekî bo şehîdan tomar dike

Konsolê giştî yê Koreya başûr li herêma Kurdistanê, mijûlê tomar kirina stranekî ye bo şehîdên Kurdistanê.

17 Sibat 2020

Navenda Nûçeyan – Rêveberê gruba mûzîka Lor Nizar Zêweyî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di projeyekî nû û giring de, em mijûlê tomar kirina berhemekî nû ne bo konsolê giştî yê Komara Koreya başûr li herêma Kurdistanê Choi Kwang-Jin in.’’

Herwaha got, stran projeyekî hevbeş a Koreya başûr û Herêma Kurdistanê ye. herwaha taybet li ser xebat û canfedayîya şehîdên Kurdistanê ye.

Nizar Zêweyî got, beşek ji karên vê berhemê temam bûye, dibe ku meha bê berhem bixwe jî temam bibe û em belav bikin.

Basnews