Parlementerekî Iraqî: Kabîneya nû ya Iraqê dusibe tê eşkerekirin

Endamekî parlementoya Iraqê dibêje, serokwezîrê nû yê Iraqê endamên kabîneya nû destnîşan kirîye û dê dusibe bi fermî eşkere bike.

14 Sibat 2020

Navenda Nûçeyan – Endamekî parlementoya Iraqê bi navê Mihemed Xalidî ragihandîye, serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Tofîq Ellawî endamên kabîneya xwe destnîşan kirîye û dê roja 16 vê mehê eşkere bike.

Wî parlementerî daye zanîn, Ellawî dê serkomar Berhem Salih û serokwezîrê niha Adil Ebdulmehdî agahdar bike paşê navên endamên kabîneya xwe pêşkêşî parlementoya Iraqê bike da ku parlemento pesend bike.

Basnews