Pêncî û şeşemîn konferansa Mûnîxê îro dest pê dike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî beşdar dibe

14 Sibat 2020

Navenda Nûçeyan – Pêncî û şeşemîn konferansa ewlehîyê ya Mûnîxê dest pê dike û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî beşdar dibe.

Îro pêncî û şeşemîn konferansa cîhanî û salane ya ewlehîyê, dîsa mîna her car, li bajarê Mûnîx yê Almanya dest pê dike.

Di konferansa îsal de, çendîn serokên hikûmetan, wezîrên derve, wezîrên berevanîyê û nûner û mezinên welatên cîhanê beşdar dibin.

Li gorî agahîyan, Mesrûr Barzanî dê di kevana konferansê de bi wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo, serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borîsov û wezîra berevanîya Almanya Angirêt Kramp re bicive.