Di dîrokê de îro: Mîller û Puşkîn mirin, Brecht jidayîkbû!

Di dîroka dinê de îro 10 reşemî li başurê Kurdistanê Yekîtîya Nivîskarên Kurd hate avakirin, Nivîskar û helbestvanê rus Puşkîn û Lîstikvanê şanoyê ê ji DYA'yê Arthur Mîller mirin; Nivîskarê lîstikên şanoyê Bertolt Brecht ji dayik bû

10 Sibat 2020

Navenda Nûçeyan– Di dîroka dinê de îro 10 reşemî li başurê Kurdistanê Yekîtîya Nivîskarên Kurd hate avakirin, Nivîskar û helbestvanê rus Puşkîn û Lîstikvanê şanoyê ê ji DYA’yê Arthur Mîller mirin; Nivîskarê lîstikên şanoyê Bertolt Brecht ji dayik bû

– Li başûrê Kurdistanê Yekîtîya Nivîskarên Kurd hate avakirin (1970).

– Nivîskarê lîstikên şanoyê Bertolt Brecht ji dayik bû (1898).

– Nivîskar û helbestvanê rus Puşkîn mir (1837).

– Ebdulhemîdê 2’yemîn ji text hat daxistin (1909).

– Doza hîndekarên zanîngehê ku bi komunîstî dihatin tawanbarkirin bi dawî bû: Ji wan Behice Boran û Nîyâzi Berkes bi 3 meh cezayê hepsê hatin cezakirin û  Pertev Naili Boratav jî hat beratkirin (1950).

– Hunermenda popê, şirovekar, nivîskara gotinên stranan, bestekar û mamosteya muzîkê Candan Erçetin hat dinê (1963).

– Derhênerê sînemayê û ramanwerê sînemayê Sergey Mihayloviç Ayzenştayn  mir (1948). Ayzenştayn di 23’yê rêbendana 1898’an de hatibû dinê. Fîlmê wî yê herî navdar “Keştîya Şer a Potemkîn” e ku di sala  1925’an de kişandin.

– Lîstikvanê şanoyê ê ji DYA’yê Arthur Mîller mir (2005 ). Ew di sala 1915’an de hatibû dinê.

Dîyarname