Hejmara mirîyên nexweşîya Koronayê gihîşt 563 kesan

Nêzîkî hezar û 200 kesên nexweş jî baş bûne

6 Sibat 2020

Navenda Nûçeyan– Hejmara kesên ku ji ber nexweşîya Koronayê canê xwe ji dest dane, gihîşt 563 kesan.

Roj bi roj hejmara mirî û berkeftîyên nexweşîya Koronayê li Çînê û cîhanê zêde dibe.

Li gorî amarên dawî, hejmara kesên ku li Çînê û cîhanê canê xwe ji dest dane gihîştîye 563 kesan û zêdetirî 28 hezar kes jî pê ketine.

Duhî hikûmeta Çînê ragihand, hezar û 190 kesên ku bi nexweşîya Koronayê ketibûn, baş bûne û ji nexweşxanê hatine derxistin.

Basnews