Tirkîye di warê demokrasîyê de di rêza 110an de ye

Li gor Raporta Endeksa Demokrasîyê ya 2019an, Tirkîye di nav 167 welatan cîhanê de di rêza 110an de ‎ye. Tirkîye maye li pey Nîjerya, Uganda, Zambîya, Lubnan û Sri Lankayê.‎

23 Çile 2020

Navenda Nûçeyan– Kovara The Economist, “Raporta Endeksa Demokrasîyê ya 2019an” belav kir. Di raportê de ku rewşa ‎‎167 welatan hatîye nirxandin Tirkîye wek sala pêştir di rêza 110an de maye lê; puana demokrasîyê ya ‎Tirkîyê ji 4,37an daketîye 4,09ê.‎

Di rêzbendîyê de, krîterên derbarê pêvajoya hilbijartinê, piranîparêzî, birêveçûna hikûmetê, ‎beşdarbûna sîyasî, kultura demokratîk a sîyasî û azadîyên sivîl hatine nirxandin. Di vê rêzbendîyê de ‎welatên 8 û 10 puan wergirtine “demokrasîya tam”, welatên puanên wan di navbera 6 û 8an de ‎‎“demokrasîya biqisur”, yên di navbera 4 û 6an de “demokrasîya hybrid-melez” û welatên di navbera 0 ‎û 2 puan wergirtine wek welatên bi “rejîma otorîter” tên birêvebirin hatine nirxandin.‎

Tirkîye ku di rêza 110an de cih digire bi 4.09 puanan dikeve nav wan welatan ku bi “demokrasîya melez” ‎tên birêvebirin. Tirkîye bi vê rêzbendîyê maye li pey Nîjerya, Uganda, Zambîya, Lubnan û Sri Lankayê‎. Li ‎gor lêkolînê, di warê demokrasîyê de li cîhanê bi giştî paşketin heye.‎

Li gor rêzbendîyê ku di ser 10an re puan hatine dayîn, Norveç (9,87), Îzlanda (9,58), Swêd (9,39), New ‎Zelanda (9,26) û Finlanda (9,25) di rêza pêş de cih digirin. Di pênc rêzên dawî de jî Çad (1,61), Sûrîye ‎‎(1,43), Komara Efrîqaya Navîn (1,32), Komara Demokratîk a Kongoyê (1,13) û Koreya Bakur (1,08) cîh ‎digirin.‎

Rûdaw