Pêncemîn Festvala Fîlman a Dijî Terorê birêve diçe

Biryare destpêka meha Sibatê Pêncemîn Festîvala Fîlman a Dijî Terorê li Hewlêrê birêve biçe.

22 Çile 2020

Navenda Nûçeyan– Ligor zanyarîyên BasNewsê di Pêncemîn Festîvala Fîlman a Dijî Terorê da wê weke salên borî fîlmên hunermendên kurd, ereb û bîyanî bihêne nimayîşkirin.

Yek ji amanca Pêncemîn Festîvala Fîlman a Dijî Terorê di meha sibatê da nişandan jî ew e ku yadkirina êrîşa terorê ye di meha Sibatê da.

Pêncemîn Festîvala Fîlman a Dijî Terorê wê di navbera 01- 04- Sibata 2020an berdewam bike.