Komeleya Wêjekarên Kurd hat ava kirin

Li bajarê Amedê yê bakurê Kurdistanê 'Komeleya Wêjekarên Kurd' hat avakirin.

21 Çile 2020

Navenda Nûçeyan– Li bajarê Amedê yê bakurê Kurdistanê bi armanca piştgirîya nivîskaran û pêşxistina wêje û ziman, Komeleya Wêjekarên Kurd hat avakirin

Parêzgerîya Amedê serlêdana komeleyê pejirand û hevserokê komeleyê jî Sultan Yaray û Hogir Berbir in. 

 

Hevseroka komeleyê Sûltan Yaray, anî ziman ku piştî Komeleya Nivîskarên Kurd bi biryarnameya di hikmê qanûnê de (KHK) hat girtin, valahîyek çêbûye û ji ber vê komele ava kirine.

Yaray, da zanîn ku wê komele bi zaravayê Kurmancî, Kirmanckî û Soranî xebatên xwe bike û wê di çaçroveya xebatan de atolyeyan, şevbuhêrkan, panel, semîner û konferansan jî li dar bixin.

Her wiha Yaray, dîyar kir ku armanceke komeleyê jî piştgirîya nivîskaran û danasîna berhemên wan e.