Tîmeke nû yê Hevpeymanîya Navnetewî li Hewlêrê destbikar dibe

Tîmeke nû ya leşkerî ya Hevpeymanîya Navnetewî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê, li Hewlêrê destbikar dibe.

20 Çile 2020

Navenda Nûçeyan– Li gor nûçeya malpera fermî ya wezareta Pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê, tîma kevin û tîma nû ya Hevpeymanîya Navnetewî li gel rêveberê çaksazîya wezareta Pêşmerge Lîwa Dilêr Mîran civîya ye.

Tîma nû ji alîyê du fermandarên Almanî û Îtalî ve serpereştîya wê tê kirin û erka wan peyvendîyên leşkerî yên navbera Hêzên Hevpeyman û wezareta Pêşmerge ye.

Ew tîma Hevpeymanîya Navnetewî xwedî rolekî berçav bûn di perwerde û rahênanên Pêşmerge û baştir kirina karûbarên wezareta Pêşmerge de.

Basnews