Li Bakurê Kurdistanê berfê jîyan rawestand

Li hersê parêzgehên Wan, Colemêrg û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berfa zêde rêyên 491 gund ‎û mezrayan hatine girtin.‎

20 Çile 2020

Navenda Nûçeyan– Li gor daxuyanîya Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê, li navçeyên Bahçesaray, Şax, Payîzava, Saray, Bêgir, ‎Elbak û Westanê rêyên 270 gund, mezra û avahîyan ji ber berfê hatine girtin. Hat ragihandin ku tîmên ‎paqijkirina rêyan jî li ser kar û xebatên xwe yên vekirina rêyên girtî berdewam in.‎

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê berfa zêde bandoreke nerînî li jîyana rojane ‎ya ‎welatîyan kirîye.  Ji ber berfê rêyên 141 gund û mezrayan hatine girtin, herwiha rêya navbera ‎Colemêrg ‎û Şirnexê jî hat girtin. ‎

Li parêzgeha Bedlîsê jî rêyên 80ê gund û mezrayan ji ber berfê hatine girtin. Kar û xebatên tîmên ser bi ‎Rêveberîya Taybet a Bajêr bo vekirina rêyan didomin. Li gor keşnasîyê, tê çaverêkirin ku berf û baran ‎nav bi nav li wan parêzgehan bibare.

Rûdaw