Navenda Nûçeyan– Biryare roja 21.01.2020ê forma aborî ya Davosê li Swîsrê bi beşdarîya dehan rêveber û kesayetên payebilind ên cîhanê ve 4 rojan dê berdewam bike.
Li gor zanyarîyan serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî formê dibe û li gel rêveberên sîyasî û aborî yên bi bandor ên cîhanê re hevdîtinan dê pêkbîne.
Di forma îsal de hin mijarên peyvendîya xwe bi asayiş û seqamgirîya cîhanê ve hene dê bên gotûbêj kirin ku waha ne:
– Têkçûna keşûhewayê rûyê erdê û jîngeyê û rêyên çareserîyê.
– Şewata li daristanê Australia
– Metirsîya şerê navbera Amerîka û Îranê – rêkeftina welatên 5+1 a li gel Îranê.
– Ketina balefira sivîl a Ukraynayê ji alîyê sipaha pasdarên Îranê ve.
– Nakokîyên aborî yên Amerîka û Çînê.
– Nakokîyên navbera Amerîkayê û welatên Yekitîya Ewropayê.
– Metirsîyên tenduristîyê li ser cîhanê.
Her sal rêveberên sîyasî û aborî yên payebilindên cîhanê li bajarokê Davos a Swîsrê bo guftûgo kirina rewşa aborî û sîyasî ya cîhanê dicivin.
Basnews

