Navenda Nûçeyan– Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, li navçeya Cindirêsê, gruba bi navê Polîsa Serbazî pêr 16ê vê mehê welatîyê bi navê Cemîl Mihemed Şakir revand û li hember berdana wî daxwaza 300 hezar Lîreyên Sûrî kir.
Dîyar kir jî, ev cara duyem e Cemîl Mihemed Şakir ji alîyê grûpeke çekdar ve tê revandin, pêştir jî grûpeke çekdar ew revandibû û piştî 300 hezar Lîre jê standibûn berdabûn.
Wê rêxistina mafên mirovan ragihand jî, roja 16ê vê mehê gruba bi navê Silêman Şah bi ser gundê Kaxurê girt û her yek ji Ehemd Mihemd Hebeş, Welîd Qaziqlî û Hemo Mihemed Weqas revandin.
Amaje bi wê jî de, hefteya bûrî jî heman grûpê herdu bira Welat û Idrîs Hec Elî Epo ji gundê Kaxurê revandibûn û lê dabûn û lingê Welat şikandibûn.
Basnews

