Sedir li dijî Amerîkayê daxwaza xwepêşandana milyonî dike

Serokê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir daxwaz xwepîşandeneke milyonî li dijî Amerîkayê dike.

15 Çile 2020

Navenda Nûçeyan– Di twîta xwe ya herî dawî de, Muqteda Sedir ragihand, esman, ax û serwerîya Iraqê ji alîyê dagîrkeran vê tên binpêkirin.

Sedir, her ji ber wê sedemê daxwaza xwepîşandaneke aştîyane û yekgirtî ya milyonî ya xelkê Iraqê dike û dibêje, armanca ji wê xwepêşandanê, protestokirina hebûna Amerîkayê li Iraqê û binpêkarîyên ku encam dide, ye.

Sedir gotîye, dê piştre jî helwesteke cemawerî û sîyasî ya parlamentoya Iraqê jî ji bo parastina Iraqê û xelk û serwerîya wê hebe.

Li gor agahîyên ku di medyayê de belav bûne, roja Duşemîya vê heftîyê Sedir li bajarê Qomê yê Îranê bi çend alîyên milîs ên Iraqî re civîyabû û bi wan re behsa çawanîya rûbirûbûna Amerîkayê li nav axa Iraqê kiribû.

Ev helwêsta Sedir piştî kuştina Fermandarê Supaya Quds a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis tê, ku roja Înê 3ê vê mehê tevî 8 kesên din li nêzîk Balafirxaneya Navdewletîya Bexdayê ji alîyê Amerîkayê ve hatibûn kuştin.

Rudaw