Li Wan û Bedlîsê ji ber berfê rêyên 445 gundan hatin girtin

Li herdu parêzgehên wan û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê rêyên 445 gundan hatin girtin. Li ‎gor daxuyanîyekê ku ji alîyê Şarderîya Wanê ve hatîye belavkirin, li wê parêzgehê ji ber berfa zêde ‎rêyên 359 gundan hatine girtin.‎

13 Çile 2020

Navenda Nûçeyan– Li gor Şaredarîya Wanê, ji şeva derbasbûyî ve heta vê sibê Duşemê barîna berfê li beşeke zêde ya ‎navçeyê berdewam bû û ji ber vê yekê li bajarokên Şax û Payîzava rêyên hemû tax û gundên derdorê ‎hatine girtin.

Herwiha li navenda bajarê Wanê jî berfeke zêde barîya ye û bandoreke nerênî li jîyana ‎rojane ya welatîyan kirîye.‎

Ji ber berfê îro li 5 bajarokên Wanê dibistan hatin girtin û bo perwerde û fêrkarîyê rojek navber hat ‎dayîn.

Li parêzgeha Bedlîsê jî ji ber berfê rêyên 84 gundan hatine girtin. Li wê parêzgehê tîmên ‎paqijkirina rêyan li ser karên xwe berdewam in û hewl didin rêyan vekin.

Rûdaw