Artêşa Tirkîyê 4 gundên Şehbayê topbaran kir

Êvara roja Çarşemê, topxaneya artêşa Tirkîyê çend gund li herêma Şehba ya Rojavayê Kurdistanê topbaran kir.

2 Çile 2020

Navenda Nûçeyan– Çavkanîyên xwecihî ragihandine, ku careke din topxaneyên artêşa Tirkîyê û gurûpên çekdar ên opozsîyona Sûrîyê, duh êvara Çarşemê çend gundên li herêma Şehbayê topbaran kirine.

Li gorî zanyarîyan, gundên Malikîyê, Merenaz, Şewarxê û Kelha Şewarixê ji alîyê hêzên Tirkîyê û grûpên çekdar ve hatine topbarankirin.

Ti zanîyarî di derbarê zîyanên canî û madî de nehatine bidestxistin.

Piştî ku di 18ê Adara sala 2018an de, herêma Efrînê kete bin kontrola artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên hevpeymanên Enqerê, herêma Şehbayê tekane herêm li sînorê parêzgeha Helebê ye ku hêj di jêr desthilata Rêveberîya Xweser û YPGê de maye.

Rûdaw