Îranê hêzên emnî li nav bajarên Rojhilat belav kirin

Li gor çavkanîyan, hêzeke mezin bo hin bajarên Rojhilatê Kurdistanê weke Merîwan, Ciwanro, Sine û Urmîye hatine şandin.

26 Kanûn 2019

Navenda Nûçeyan–Biryare sibe xwepîşandanên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê bikin, ji ber ku sibe, çileya Pûya Bextîyarê ku bûye sembola xwepîşandan, û hejmareke din e ji qurbanîyên xwepêşandanên meha derbasbûyî, hêzeke mezin ya ewlekarîyê li navçeyan belavbûne. 

Li gor çavkanîyan, hêzeke mezin bo hin bajarên Rojhilatê Kurdistanê weke Merîwan, Ciwanro, Sine û Urmîye hatine şandin.

Net Block jî ragihand, hêla internêtê li hin bajaran hatîye qutkirin û yên peywendîyên mobile bo derveyî welat li parêzgehên Elbûrz,Sine, Zencan û Fars hatîye qutkirin.

Li ser daxwaza deyk û bavên Pûya Bextîyarî,  li ser torên civakî ji xelkê tê xwestin ku xwepîşandan destpê bikin.

Rûdaw