Parlamentoya Kurdistanê nexşeya navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê dîyar dike

Lijneya navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê û pisporê warê erdnîgarîyê mijûlê amadekarîya nexşeya navçeyên Kurdistanî û dîroka wan navçeyan in û biryare li du pirtûkan de bê çap kirin û belav kirin.

25 Kanûn 2019

Navenda Nûçeyan– Ew nexşe û dîroka navçeyên Kurdistanî ji alîyê profesorê erdnîgarîyê (cografya) Dr. Xelîl Îsmaîl ve bê amade kirin.

Ew nexşe dê hûrgilîyên navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê, ji alîyê erdnîgarî, nexşe û dîrokê de nav pirtûkê de li xwe bigre.

Pirtûk bi alîkarîya lijneya navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê û navenda lêkolînên parlamentoyê ve dê bê amade kirin.

Karên pirtûkê û nexşe û alîyên erdnîgarîyê destpê kirîye û demekî nêzîk de dê bê belav kirin.

Basnews