Dêrsim erdhejîya!

Li navçeya Pilemûrîye (Deşt) ya Dêrsimê erhejek bi hêza 4.2 pileyên Rîxterê çê bû.

23 Kanûn 2019

Navenda Nûçeyan– Li gor zanyarîyan, îro serê sibê li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek rû da.

Rêveberîya Belayan û Rewşên Bilez (AFAD) li Tirkîyê ragihandîye, erdhej li navçeya Pilemûrîye ya Dêrsimê û îro Duşemê derdora saet 02:58an çê ûye û hêza wê 4.2 pileyên Rîxterê hatîye tomarkirin.

Herwiha hatîye ragihandin, ku navenda erdhejê bi kûrahîya 7 kîlometran li binê erdê bûye.

Derbarê ziraran de hêj ti agahî nehatine ragihandin.