Rûsyayê li Til Temirê navendeke serbazî ava kir

Rûsyayê di navbera Til Temir û Serê Kanîyê de, li xala pişkinînê ya Miheta, navendeke xwe ya leşkerî ava kir.

21 Kanûn 2019

Navenda Nûçeyan– Çavkanîyeke taybet ji Til Temirê ragihand, ku doh 10 zirxên Rûsya berê xwe dabûn wê navendê, û li wir hatine bicîkirin.

Li gorî çavkanîyan, Rûsya derîyê tevlîbûna xortan ji bo avakirina hêzeke nû vekirîye, û li gorî planê, dê ew hêza leşkerî li gel polîsê Rûsya li navçeyê tev bigere.