Reform dê dadwer û dozgerên Kurdistanê jî vegire

Pirojeqanûna reforman li parlementoyê ye

19 Kanûn 2019

Navenda Nûçeyan– Tê xwastin ku mûçe û îmtîyazên dadwer, endamên encumena dadwerîyê û dozgerên giştî jî bên kêmkirin.

Li gorî agahîyên BasNewsê, komîsyona karûbarên parlementoya Kurdistanê, di raporta xwe de ku li ser pirojeqanûna reforman ya hikûmetê amade kirîye, daxwaz kirîye reform dadwer û endamên encumena dadwerîyê herwiha dozgerên giştî jî vegire û mûçe û îmtîyazên wan jî mîna wezîr, wekîl û berpirsên pilebilind yên Kurdistanê were kêmkirin.

Pirojeqanûna reforman, ku ji zêdetirî 20 bendan pêk hatîye û herî zêde li ser nehîştina gendelîyê hatîye amadekirin, çend roj berê gihîşt parlementoya Kurdistanê.

Basnews