Navenda Nûçeyan– Partîya Karkeran ya bi seroktîya Jeremy Corbyn ji 1935an vir ve têkçûna xwe ya herî mezin dît.
Boris Johnson, piştî serketina di hilbijartinê de serdana Qralîçe Elizabeth ya duyem kir û ji wê destûra avakirina hikûmetê sitand.
Partîya Parêzgeran ji 650 kursîyên parlamentoyê 364 bi dest xistine û Johnson dide zanîn bi vî awayî astenga li pêş derketina ji Yekîtîya Ewrupa (YE) rabûye.
Karbidestên YE’ê dîyar dikin ku ew li bendê ne ku Parlamentoya Brîtanya demûdest Brexitê bipejirîne.

