Li Efxanistanê 23 serbaz ji alîyê Taliban ve hatin kuştin

Li herêma Xeznî ya Efxanistanê bi dehan serbazên artêşa wî welatî ji alîyê çekdarên Taliban ve hatin kuştin.

14 Kanûn 2019

Navenda Nûçeyan– Fermandeyê artêşa Efxanistanê li herêma Xeznî ya wî welatî, Ehmed Şah ji BBC re gotîye, derengîya şeva borî 23 serbazên wan li nêzîkî rêka Xeznî-Qendiharê di êrişeka çekdarî de hatin kuştin.

Ehmed Şah behsa çawanîya kuştina wan serbazn jî kirîye û gotîye, ew serbaz ji alîyê komek serbazên din ve hatine kuştin ku peyayên Taliban bûne û çend roj berê ji Qendiharê derbasî wê deverê hatibûn kirin.

Bi gotina wî fermandeyê artêşa Efxanistanê, hejmara wan serbazên ku ew êriş pêk anîne, heft kes bûne û piştî ku tevahîya serbazan kuştine, çek û cebilxaneya wan jî kom kirine û bi otomobîleka serbazî revîyane.