Rîya M-4 (Rodko) hate vekirin

Fermandarê serbazî yê artêşa Sûrîyê li Hesekê, Lîwa Ehmed Şerîf Ehmed ragihand ku rîya navdewletî Rodko hate vekirin.

11 Kanûn 2019

Navenda Nûçeyan– Fermandarê serbazî yê artêşa Sûrîyê li Hesekê, Lîwa Ehmed Şerîf Ehmed ragihand ku rîya navdewletî Rodko hate vekirin.

Li gor rêkeftina Rûsî-Tirkî, hêzên Tirkîyê û çekdarên wê, 4-5 km. ji rîya Rodko (M 4) bi dûr dikevin.

Rodko rîyeke navdewletî ye, parêzgeha Hesekê digihîne Şamê.