Rêxistina Mafên Mirovan: Li Efrînê 7 DAIŞî ji zîndanê revîyan

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê radigihîne, li Efrînê 11 girtî ji zîndaneke grûpên çekdaran revîyane û di nava kesên revîyane de 7 çekdarên DAIŞê hene.

9 Kanûn 2019

Navenda Nûçeyan– Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, 7 çekdarên DAIŞê ji zîndana Raco ya di bin kontrola Polîsa Medenî û Polîsa Leşkerî de ye revîyane.

Wê rêxistinê navên çekdarên DAIŞê yên revîyane jî belav kir, wiha ne:

– Ehmed Tirkî (Ebo Minzir): Çekdarê DAIŞê ye û ji 15. 04. 2019an ve girtî bû.

– Fewzî Mincî El Kehbî: Çekdarî DAIŞê yê Tunisî ye û ji 06. 06. 2019an ve girtîbû.

– Elî Mela Elî: Çekdarekî DAIŞê ye û 18. 09. 2019an ve girtûbû.

– Eymen Muîn El Mihemed (Ebo Qasim): Çekdarekî DAIŞê ye û 17. 04. 2019an ve girtîbû.

– Mistefa Îsmaîl Nator (El Timêr): Çekdarekî DAIŞê ye û ji 20. 04. 2019an ve girtîbû.

– Ehmed Yihya Rislan: Çekdarekî DAIŞê ye û 31. 07. 2019an ve girtîbû.

– Elî Yihya Ebdulah: Çekdarekî DAIŞê ye û ji 02. 08. 2019an ve girtîbû.

Rêxistina Mafên Mirovan dîyar kir jî, 4 girtîyên din jî bi tometên cuda hatibûn girtin, ew jî wiha ne:

– Malik Silêman El Îsa: Bi tometa sîxorîya bi rêjîma Sûrîyê re ji 10. 05. 2019an ve girtîbû.

– Mecid Silêman El Îsa: Bi tometa sîxorîya bi rêjîma Sûrîyê re ji 10. 05. 2019an ve girtîbû.

– Mahir Fadil Hac Xidir: Bi tometa teqîn kirîye ji 10. 10. 2019an ve girtîbû.

– Mihemed Ehmed Dibwanî: Bi tometa gendelîyê ji 31. 10. 2019an ve girtîbû.

 

Çavkanî: Basnews