Wezareta Tenduristîya Kurdistanê çend tiştên xwarinê li nav dibistanan de qedexe kir

Wezareta Tenduristî ya Kurdistanê firotina çend tiştên xwarinê li nav medrese û dibistanên Başûrê Kurdistanê de qedexe kir.

3 Kanûn 2019

Navenda Nûçeyan– Wezareta Tenduristî ya Kurdistanê firotina çend tiştên xwarinê li nav medrese û dibistanên Başûrê Kurdistanê de qedexe kir.

Li gorî agahîyên BasNewsê, Wezareta Tenduristîya Kurdistanê roja 26 Mijdara îsal fermannameyek ji tevahîya dibistan û medreseyên Başûrê Kurdistanê re şandîye û firotina çend tiştên xwarin û vexwarinê li bûfe û markêtên dibistanan de qedexe kirîye.

Li gorî wê fermannamê, firotina van tiştan hatîye qedexekirin: Kola û vexwarinên gazî, cîbs, simax û lîmontûzî, xurmayê hindî, çerezên bi qalik, benîşt.