Şaredarên Mêrdînê Turk û Irmak hatin desteserkirin

Şaredarên Mêrdînê Ahmed Turk û Emîn Irmak hatin desteserkirin

21 Mijdar 2016

Hevserokê şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmed Turk û Serokê Şaredarê Artuklu ya Mêrdînê Emîn Irmak 21.11.2016î de hatin binçavkirin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmed Turk di 17ê Mijdrê de ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve ji kar hatibû dûrxistin û ji şûna wî ve walîyê Mêrdînê Mustafa Yaman wek qeyyûm hatibû destnîşan kirin.