Mike Pompeo: Tirkîye bi Karanîna S-400 Fikaran Çêdike

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dîyar kir ku Tirkîye bi karanîna sîstema berevanî ya Rûs ya S-400 fikaran çêdike.

27 Mijdar 2019

Navenda Nûçeyan– Pompeo di preskonferanseke li Washingtonê de ji rojnamevanan re da zanîn ku Washingtonê ji Enqerê re bi awayekî eşkere gotiye ku ji karanîna S-400 ya Rûs dûr bikevin.

‘’Em hêvîdar in, bi Tirkan re danûstandinê bikin û hewil bidin ku çareserîyekê bibînin’’ Pompeo got.

Wî da zanîn ku karbidestên Amerîkî û Tirk bo çareserîyê danûstandinê dikin.

Karbidestên Tirk didin zanîn ku wan ser nekaranîna S-400 soz nedaye ti kesî.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu dabû zanîn ku jiber ku pêwîstîya wan bi S-400 hebû wan ew sîstem sitandîye.