Mistefa Hîcrî: Rewşa Herêma Kurdistanê di bin gefeke mezin de ye

25 Mijdar 2026

Mistefa Hîcrî da zanîn ku rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê di bin gefên herî metirsîdar ên serdema xwe de ye.

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) Mistefa Hîcrî peyamek belav kir û ji aliyan xwest ku beriya dereng bibe ji bo avakirina hikûmeteke hevgirtî lezê bikin.

Mistefa Hîcrî destnîşan kir ku ev rewşa metirsîdar a ku Herêma Kurdistanê pê re rû bi rû maye, bi awayekî rasterast û nerasterast berhema nakokî û hevrikiya partiyên desthilatdar e.

Hîcrî da zanîn ku tevî derbasbûna zêdetirî 2 salan a di ser hilbijartinan re jî partî li ser pêkanîna parlamentoyê û hikûmeteke hevbeş li hev nakin.

Mistefa Hîcrî piştgiriya partiya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê wekî destkefteke neteweyî anî zimên û dilgiraniya xwe ya li ser rewşê diyar kir û anî ziman:

“Ez dixwazim ku heta dem ji dest neçûye, bi berpirsyarî ji bo avakirina hikûmeteke hevgirtî û yekrêziya niştimanî lezê bikin û bi yekdengî û di çarçoveya rêkarên yasayî de rûbirûyî vê rewşa metirsîdar bibin.”

“Dagirker li benda lawazbûnê ne”

Sekreterê Giştî yê PDK-Îyê bi bîr xist ku statuya Herêma Kurdistanê berhema xwîna bi deh hezaran û bi sed hezaran zarokên Kurdan û şehîdên Enfal û kîmyabaranê ye.

Hîcrî destnîşan kir ku ev statu milkê tevahiya neteweya Kurd e li hemû parçeyan û hişyarî da:

“Dagirkerên Kurdistanê di dema lawazbûnê de planên xwe yên pîs pêk tînin.”

Mistefa Hîcrî di dawiya peyama xwe de tekez kir:

“Dîrok wan aliyan efû nake ku vê destkefta neteweyî bikin sermaye û dîlê hevrikiyekê ku berjewendiyên neteweyî tê de bibin qurbanî.” (RN)