Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk hate berdan

25 Mijdar 2026

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk hate berdan

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk îro (25.11.2026)

gava ji Başûrê Kurdistanê di deryê Xabûrê de derbasî Bakurê Kurdistanê dibû, li Gumriga Xabûrê ji alîyê hêzên ewlehîyê yên Dewleta Tirkîyeyê ve hate desteserkirin.

Ji wê derê ew teslîmî Emnîyeta Xabûrê kirin. Mustafa Ozçelîk li emnîyetê îfadedayin red kir û ew demekê li Emnîyeta Xabûrê hiştin. Paşê polîsan wî birin Emnîyeta Silopîyê. Piştî prosedura girtina şopên tiîyan, muayeneya neweşxaneyê, ew birin Edlîya Silopîyê.

Serdozgerê Cimhûrîyetê yê Dîyarbekirê bi rêya SEGBISê îfadeya Mustafa Ozçelîk girt. Mustafa Ozçelîk bi rêya tercûman, îfadeya xwe bi kurdî da.

Mustafa Ozçelîk di îfadeya xwe de, bernameya HEVBENDÎyê, bernameya PWKyê parast û got ku ‘’em bi rêyên sîyasî, sivîl, demokratik têkoşîna ji bo mafên neteweyî yên miletê Kurd dimeşînin. Em dibêjin miletê Kurd heye, welatê wî Kurdistan heye. Em mafên neteweyî û demokratîk yên kolektîf yên miletê Kurd diparêzin. Em ji bo miletê Kurd mafê çarenûsîyê, li Kurdistanê mafê serwerîya sîyasî ya miletê Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê diparêzin. Ev maf, mafên meşrû û rewa ne. Nabe bi tu qanûnan tune bêne hesebindin û astengkirin.

PWK jî di bernameya xwe de van mafan diparêze. Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyeyê ji ber parastina van mafan û navê Kurdistanê, di derbarê PWKyê de doza girtinê vekirîye. Me di Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyeyê de jî ew maf parastine.

Tirkîye gelek peymanên navneteweyî îmze kirine. Di nav wan peymanan de, mafê çarenusîya miletên bindest jî heye. Herweha li gorî xala 90î ya Dadgeha Qanûna Bingehîn, parastina van mafan; damezrandina partî û dezgehên ku van mafan diparêzên, ne li dijî Qanûna Bingehîn ya Dewleta Tirkîyeyê ne.

Doza di darbarê PWKyê de hatîye vekirin, hê jî berdewam dike û encam nedaye.

Bi salan e em van fikrên ku di danezana HEVBENDÎyê de hatine diyarkirin diparêzin û me berê jî ew di raya giştî de anîne zimên.

Me li Amedê, bi awayekî vekirî û eşkere, li pêş raya giştî û bi civînek çapemenîyê konferansa Damezrandina HEVBENDÎyê û damezrandina wê îlan kir. Me tiştekî îlegal û veşartî nekirîye.’’

Piştî vê îfadeya Mustafa Ozçelîk, ew hate berdan.

Vê gavê, ne diyar e, bê di rojên pêş de wê doz di derheqên Mustafa Ozçelîk û 14 endamên Meclîsa HEVBENDÎyê ku çend roj berê hatibûn girtin û berdan, bê vekirin ya na.

Buroya Ragihandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)