Serokê Giştî yê PWK Mustafa Ozçelîk:Banga ji bo sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd û raya giştî ya welatperwer

23 Mijdar 2026

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:

Banga ji bo sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd û raya giştî ya welatperwer

Li Bakurê Kurdistanê, teva gelek hewildanan jî heta îro pêkneanîna tifaqa siyasî weke birînek kûr li pêşberî me disekine.

Ji bo kewandin û pêçandina vê birîna kûr û xedar, di encama xebateke zehmet de, di konferansa li Amedê ya di roja 07.11.2026an hate li dar xistin de, Hevbendîya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) hate avakirin.

HEVBENDÎ, di 09.11.2026an de ji raya giştî re hate îlankirin. Piştî HEVBENDÎ di raya giştî de hate îlankirin, di raya giştî ya kurdên welatperwer yên li Kurdistanê, Tirkîyeyê û dîasporayê de kelecanek mezin û piştgirîyek xurt dît.

Lê belê, HEVBENDÎ rastî êrîşên mezin ên derdorên nijadperest, faşîst û şoven ên li Tirkîyeyê hat.

Piştî wê jî operasyek polîsan li dijî HEVBENDÎyê dest pê kir.

Ev operasyon, li Kurdistanê, Tirkiyeyê û dîasporayê bû sedema bertekên mezin; herweha piştgirî û xwedîlêderketina ji bo HEVBENDÎyê jî qat bi qat zêde bû. Bi bandora vê xwedîlêderketinê jî, endamên Meclîsa HEVBENDÎyê yên ku hatibûn binçavkirin, li dozgerîyê hatin berdan.

Li Bakurê Kurdistanê, tevî hemû kêmasiyên xwe jî di demekê de ku ji bo hûnandina pêwîstîya yekîtîya miletê me ya gav bi gav, atmosfereke wiha erênî ava bûye, em şahidî li hin gotûbêj û nîqaşên ku me xemgîn dikin dibin. Em di vê bawerîyê de ne, ev gotûbêjên weha ji feydê bêtir, dê zirarê bidin tifaq û hişmendîya neteweyî.

Dîyare ku hinek alî ji rola girîng ya ku HEVBENDÎ dikare di doza azadîya welatê me de bilihîze ditirsin, aciz dibin. Acizbûna hêzên serdest, derdorên nijadperest, faşîst, şoven û derdorên bi têgihiştineke entegrasyonîst tevdigerin û rastiya Kurdistanê tune bihesibînin, heta radeyekê mirov dikare ‘’fêhm bike’’.

Lê belê, gotûbêj û nîqaşên di nav derdor û kadroyên welatperwer de ku dê zirarê bide HEVBENDÎyê, zirarê bide hesret û hestên yekîtîyê ya miletê me, em rast nabînin, nayên qebûl kirin.

Meclîsa HEVBENDÎyê dê di roja 28.11.2026an de li Dîyarbekirê civîna xwe li dar bixe.

Di vê civînê de, li gorî biryarên ku di konferansa roja 07.11.2026an û civîna Meclîsa HEVBENDÎyê ya roja 09.11.2026an ya li Diyarbekirê de hatine girtin, dê şiklê dawî yê bername û hiqûqa navxweyî ya HEVBENDÎyê bê dayîn û bernameya xebatê bê dîyarkirin.

Daxwaz û temenîya me ew e ku bi temamî dawî li van gengeşîyên bê wate û bê encam û di ser de jî zerarê dide, bê anîn. Ez bang li sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd, kurdistanî û raya giştî ya welatperwer dikim ku dawî li gotin, tohmet, helwest û nêzîkatîyên ku têkilî û dostanîya di navbera hêzên welatperwer de biêşînin û bibin sedema dijminatiyê bînin.

Ez bangî hemû pêkhateyên HEVBENDÎyê jî dikim ku xwe ji daxuyanî û helwestên dê zirarê bidin bernameya HEVBENDÎyê, hiqûqa wê ya navxweyî û demokrasîya navxweyî dûr bigrin.

Em weke PWKyê dixwazin bi gelê xwe re parve bikin ku em ê li gorî hesasîyetên di vê bangê de hatine zimên tevbigerin.

HEVBENDÎ gaveke mitewazî ya tifaqê ye kû li Bakurê Kurdistanê ji nû ve hêvîyên gelê me geş dike. Ez bang li sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd, kurdistanî û raya giştî ya welatperwer dikim ku li HEVBENDÎyê xwedî derkevin, piştgirîya wê bikin, wê geş û xurt bikin.

23.11.2026

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)