Sîyasetmedar û Rewşenbîrên Kurd Seredana PWKye Dikin

21 Mijdar 2026
Weke ku tê zanîn li hemberî endamên Meclîsa HEVBENDÎyê operasyoneke polîsan li dar ketibû, 14 endamên Meclîsa HEVBENDÎyê hatibûn desteserkirin. Piştî ku du şevan li emnîyetê hatin desteserkirin li serdozgerîyê hatibûn berdan.
Sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd, piştî ku destesergirtîyên HEVBENDÎyê hatin berdan seredana Teşkîlata Amedê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) dikin.
Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay yek ji endamên Meclîsa HEVBENDÎyê bû ku hatibû desteserkirin.
Mehmet Can Azbay û rêveberên PWKyê peşewzîya mêvanan dikin.
Sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd piştgirîya xwe pêşkêşî PWKyê û HEVBENDÎyê dikin.
Hevdîtin di atmosfereke dostane de derbas dibin.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)